Mizgeft, rêkxistina Gurgên Gewr û Mîta Turkan û karên tîrorî

Rijêmên turkîya yek li dwîv yekê çendan alav û dezga bi karanîne û bi kar di înin bo serkotkirina hevrikên xwe û lêdana bizava rizgarîxwaza Kurdistanî li tev parçan û herwesa bo lêdana hevdijberên xwe li seranser Cîhanê û bi taybet kurdan û hevdostên doza rewaya Kurdistanîyan.

Ji wan alavan ez dê destrakêşim sê desteyên herî metirsîdar li ser doza gelê Kurdistanê û dostên wê, ke gelek kiryarên tîrorî bi destên van hatîne encamdan li gor gelek raportên Cîhanî bo bêdeng-kirina doza Kurdistanîyan bi rêka lêdana kesên ramyarîzan û gelek çeleng ku di şên doza Kurdistanê bi xelkê Cîhanê bidin nasîn û qebîlkirin, yek ji wan kiryarên tîrorî dijî Sakîne Cangîz û her du hevalên wêli 10 meha yek sala 2013ê li Parîs.

Rolê Mizgeftên dewleta turk dijî gelê Kurdistanê li nav Turkîya û ji dervey turkîya. Erdogan gelek yê mijîle bi damezrandina Mizgefta ve çunke wî baş dîroka Îmbiratorîya osmanî yê xwandî ka çawa di wî demîde bi rêka bisulmanetîyê xelkek bo armancên xwe bi kar înan ji wan kurd û bi vî şêwey desthelata xwe berfireh kirin û jîyê xwe dirêjkirin.

  • Dîyanet:

Dîyanet desteyeka Îslamî ya fermîye li turkîye û li sala 1984ê hatîye damezrandin û ser bi Erdoganî û Partîya wî veye, tu di şêy bêjî destê rastê yê Mîta turkîye, hukmet rastexwe û bi fermî harîkarîya vê desteyê dikit, vê desteyê ta nuhe 85000 mizgeft tinê li turkîyê avakirîne û behra pitir ji wan li Kurdistana Bakur avakirîne û pitir ji 2000 mizgefta jî li dervey turkîye ava kirîne, di vî serdemê Erdoganî de vê desteyê pitir geşe pê hate dan çunke ser bi wan veye. îmamên mizgeftên Dîyanet ji layê Erdoganî û Mîtê ve têne xwendevankirin û tev bi moçene û têne dabeşkirin li ser mizgeftan, her vî dezgehî mizgeftên jinan jî avakirîne di nav turkîyê û ji dervey turkîyê, nivêsa roja xutbê jî tev ji Dîyanet derdikevit û li ser mizgeftên xwe belav dikin ka dê xutba wan li ser çi bit.

Merema Erdoganî û hevalbendên wî bi hêzkirina desteya Dîyanet:-

1-Bi karînana wan di demê hilbijartina de.

2-Bi karînana wan dijî hevrikên xwe û bi taybet dijî kurdan bi rêka fitwayan.

3-Bi karînana dengê wan ji dervey turkîyê li wextê hilbijartinên wî welatê ew lê dijîn, dijî her layenekê layengîrbit bo mafên rewayên xelkê çewsawe li turkîyê bo nimone kurdan.

4-Bi karînana wan wek dezgayê sîxurîyê li ser wan yên ji sîyaseta Erdoganî nerazî.

5-Komkirin û vêkxistina turkan ji dervey turkîya wek nivişpesristî û hem perwerdekirina wan dijî netewên rasteqîneyên li turkîya nuha doruberan di jîn û nepesindkirina xeyrî turk li turkîya.

6-Komkirina pêzanîna li ser kesên mafxwaz û gelek çalak bi taybet yên rolê xwe di perlemanên Ewropa de di bînin û gehandina wan pêzanîna bo destê Mîtê û rêkxirawa tîrorîstî ya bi navê Gurgên Gewr.

  • RÊKXIRAWA GURGÊN GEWR, HERWESA TÊTE NASÎN BI NAVÊ GENCÊN NIMONE Û LI VÊ DUMAHÎKÊ NAVÊ WÊ BÎYE “TÎMÊN MIRNÊ”.

Rêkxirawa Gurgên Gewr, rêkxiraweka turkî ya rastrewe û tundrewe, li dumahîka salên 1960 a de hatîye damezrandin, ew alîyê çerkdarîyê nihênîye yê Parta Bizava Neteweyî (MHP). Ew her di binîde çu mafa bo kurdan pesend nakin û her qebîl nakin ku milletek heye bi navê kurd li turkîyê.

Damezrênerê wê, Elb Erselan Turkiş, ew Efserekî berê yê leşkerê turkîyê bî, herwesa ew yek ji damezrênerên înqîlaba 1960ê bî.

Ev rêkxirawa tîrorîstî bizava xwe li cihên cuda cuda kirîne, her bigire ji aborî, perwerde, navendên çandî û sporê, rolekî giring di zanîngeha de di gêrînin, lê hêza wan ya rastî û bandora wan ya raste rast ji kolanan dest pê dikit û taybet destên xwe di gehînin kesên belengaz û wan serde di bin û bo xwe bi kar di înin.

Evê rêkxirawa tîrorîst ya Gurgên Gewr bi hizara kurd û xelkê komonîst yên li turkîyê, Îraqê¤ (bi rêka turkumanên Îraq û Kurdistanê), Sûrîyê¤ (bi rêka turkumanên Sûrîyê û Kurdistanê) û li deverên din yên kuştîn bi rêkên cuda cuda, karê kuştinê dijî kurdan li Ewropa gelek bi wirdî, hişyarî û şarezayî dikin û behra pitir kiryarên xwe yên tîrorî li Ewropa bi xelkekî din yê ne turk dikin, bo nimone Ereb, Somalî, Ezirbêcanî…

  • DESTEYA SÎXURÎYÊ (MÎT):

Dezgayê fermî yê sîxurîya turkîye, gelek pêzanînên xwe yên sîxurîyê bi rêka Mizgeftên me amaje dayê û rêkxirawa tîrorî ya Gurgên Gewr wer di girin, gelek kiryarên kuştin û girtinê ew bi xwe pê radibin û geleka jî arastey tîrorîstên gurgên gerw dikin bi rêkeka neraste xwe.

Eve kurtîyek bî li ser dam û desteyên karê tîrorîstî yên ku dewleta turk bi kar di înit bo serkotkirina berhelistkarên xwe û ji wan jî bi taybet dijî kurdan li her dirê bizava wan hebit.

Omêdewarim xelkê me zor agehdar bit li van dezgehên tîrorî çunke wek ez di zanim evana rihên xwe yên dahêlayn di devera mede û bi van kara radibin yên me gotîn û herwesa şerê deronî û demaran li gel xelkê me dikin bi rêkên kirêgirtîyên xwe.

Têbînî:

  • Min hindek sûd ji Wîkîpedîya û 2 rojnameyên Danîmarkî wergirtîne wek serçav.
  • Logo ya şîn ya Gurgên Gewre ya turkî, baş temaşe bikin tev turkumanên Cîhanê logo ya wan nêzîkî vêye!
  • Bila kesek wesa tênegehit ku ez yê dijayetîya Mizgeft û olan dikim, nexêr, bes ewa min nivêsî li ser rûyê rastîyê Erdoganî û hevalên wîne ku bi rêka Mizgeftan û cihên pîroz jî şerê me dikin. Ji ber hindê min babet daye berçav da xwandevanên me rastîya wan bi xwînin.
  • Gotar derbirîna boçûna nivîskarane, ne ya sayt û gotarnameya Rojarticle

 

Related posts

Leave a Comment