Meseleya bêdengiya hikûmetan himber hin kar, helwest û bûyeran corekî siyasetkirinê ye û amajeye jibo sê tiştan; yan ew hikûmet raziye, yan karîna bersivdanê nîne yanjî îmkanên wê hene lê bersivê nade, jiberku ew kar ne hêjayî bersivdanê ye. Bi bawera me bêdengiya Hikûmeta Kurdistanê li ser dagîrkarî, wêrankarî û talankariyên dewleta Tirk li deverên sinûrî yên Başûrê Kurdistanê, bi pleya yekemîn razîbûne û mebest jê dirustkirina givaşê ye li ser Partiya Karkerên Kurdistanê. Helbet van êrîşên Tirkî û vê rikmaniya PKKê tevî bêdengiya Hikûmeta Kurdistanê, xelkê sivîl, xak û jîngeha Kurdistane kirine qurbanî. Jibilî ku çarenivîsê deverê bi giştî jî xistiye metisiyê.
Di van bûyeran de rastiya “Rêxistinên Civaka Sivîl”ên Kurdistanê diyar dibe, ku ev saziyên mîrî û partiyane, loma di bê dengin. Lê peymanên Neteweyên Yekgirtî yên mafên mirovan rêkê didin ku kes (tak) skalayan dijî dewletan tomar bikin û doza mafên xwe bikin. Ango xelk û gundiyên zererdîtî çi li Heftenîn, yan li gundê Alîxan yan li Ertîsê û her ciyekî din dikarin bi şêweyekî rasterast yan bi navbeynkariya aliyekî sêyemîn, skalayan li dadgehên navnetewî tomar bikin dijî serok, hikûmet û sûpayê Tirkiya. Bi mercê ku raporên bi hûrgilî amadebikin, bînfrehî hebe û hikûmet jî rêgiriyê neke! Di encamde wê Tirkiye fêm bike ku ev xak ne bê xwediye û dibe neçar jî bibe bedelê bide!
- Ev gotar beriya 6 rojan bi Kurmancî (Pîtên Aramî) li heman sayt hatiye weşandin.