*Kurdistan wisa bihêz nakeve

“Kabîne”ya (9)an a Hikûmeta Kurdistanê di çend derfetan de li ser zarê serok, wezîr, gotebêj û nivîskarên nêzî xwe, bi şêweyekî dîrect yan nadîreket “amaje” bi vê yekê dide ku wê hemû mûçe dane û ew mûçeyên nehatine dayîn yên kabîneya pêşin! Hinek caran jî gelek eşkere diyardike ku ti peywendiya vê kabîneyê bi vê meseleyêve nîne. Ev jî neraste, jiber ku 28 salin heman partî, heman serokatî, heman hevpeyman, heman siyaset, heman peyrew û heta hinek ji wezîr û rêvebiran jî hemanên kabîneyên berêne. Wate vê kabîneya niha peywendiyeke canî û bedenî bi hemû kabîneyên pêşîve heye. Ev temamker û berdewamiya sirûştî ya van kabîneyane.

Jixwe eger em temaşeyî wêneyê mezin ê pêkhate û naveroka hikûmetê bikin, wê wisa bê pêş çavan ku ji 1992an ve yek kabîne hatiye avakirin û ev kabîneya niha qonax a (9)ane. Ango li gor gelek pîvanan ev hikûmet wêrisa qonaxên berî xwe ye û divê xwedî lê derkeve; berdewamiyê bide başiyan û şaşiyan jî çareser bike. Jiber ku ev hikûmeta ku bi wêrekî eşkere dike ku ew ya qerdar û destvale ye, bi “sûçbarkirina” kabîneya berê (xwesûçbarkirinê) û revîna ji hilgirtina vî barê berprsyariyê, fermanberan bêhêvî dike ji wergirtina mûçeyên derengmayî û paşkeftkirî û dûr nîne piştevaniya aliyê xwe yê siyasî jî jidest bide. Berhema vê jî Kurdistaneke bihêz nabe.

  • Ev gotar roja 25 Gulana 2020 bi zimanê Kurdî (pîtên aramî) li www.rojarticle.net hatiye weşandin.

http://rojarticlecom.local/2020/05/25/%da%a9%d9%88%d8%b1%d8%af%d8%b3%d8%aa%d8%a7%d9%86-%d9%87%db%86%d8%b3%d8%a7-%d8%a8%d9%87%db%8e%d8%b2-%d9%86%d8%a7%da%a9%db%95%da%a4%db%8c%d8%aa/

Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top