Li gor têgihiştina me deshilatdariya serdem û demokrat li ser dû têgehên sereke ava dibe; yekem “parastin”e ku erkê hikûmetê ye, dûyem “milkeçbûn”e ku erkê xelkê ye. Parastin tê wateya parastina giyanê mirovan ji kuştinê, parastina zikê mirovan ji birçîbûnê, parastin û dabînkirina stargehekê (xanî, kon, kepir) herwiha parastina kar. Milkeçbûn jî wate xelk guhdarên yasa û rêsayên hikûmetê bin; bacê bidin, beşdarî avakirinê bibin, di rewşa awartede berevaniya hikûmetê bikin û şiyanên xwe bidin kar. Ev bingeh pêkve girêdayîne û herdema yek herift, bargiranî dikeve ser ya din û eger zû nehat çareserkirin, ya din jî diherife û tiştek bi navê vê hikûmetê namîne.
Mixabin hikûmetên me hertim xak û xelk jidest dane (Şengal û deverên sînorî weke mînak), zikên xelkê ji birçîbûnê neparastine, hejarî zêdebûye, stargeh û kar peydanekirine û neparastine, loma xelk koçber bûne. Heta ew milyon û 300 hezar karmendên hikûmetê kar dayî wan (mûçe)yê bêtirî dû salan nestandine. Dikarî bibêjî hêşta mûçeyê Tebaxa 2018 nestandine! Bi kurtî hikûmetan nekariye yan nexwastine erkê xwe “parastin”ê cîbicî bikin. Wate bingeha ku hikûmet li ser avabûye rûxiyaye. Loma neraste û ne mafê wê ye “milkeçbûnê” li ser xelkê bisepîne. Ji xwe ti hikûmet di vî karî de serketî nebûne. Tekane rêya çareseriyê eve hikûmet erkê xwe cîbicî bike da di himber de milkeçbûnê bistîne.