Piştî bi dumahîk hatina cengê dirêjxayen li Tebaxa sala 1988ê di navbera rijêma gor bi gora Bexdayê û rijêma sêdareya melayên Îranê de, rijêma Bexdayê bi kerb û kîneka yekcar dijwar berêtîrora xwe da ser deverên jêr kuntirola Pêşmergey de û tev corên çekê xwe bi karînan û ji wan çekê jehrawî, ji ber zalbîna çekê dujminî yê erd û esmanî û ji ber teknîka me ya kêm beramber çekê jehrawî, me dever bi cihhêla û em derbederî sê welatan bîn, Îran, Turkîya û Surîya, bêgoman li hersê Welatan jî em li xaka kurdistana dagîrkirî bun.
Ez li gel wan bîm yên ku çoyne Bakurê Kurdistana jêr dagîrkerîya turkan de, em ewên gehiştîn Aroşî, piştî demekî kurt em kirîn di nav Bozinga de û em birîn û me nizanî dê bi duristahî me kwîve bin!!, hindek perlemantarên kurd yên di perlemantarê turkê xwînmij de pêzanîn wergirtin kw dê me bin radestî rijîma Sedamê gor bi gor kin, îna wan gelek bi xemxurî ev çende gehandin raya Cîhanê, di encam de gelek Welatên Rojava agehdarî dane turkan ku vî karî encamnedin û ewan got nexêr wesa nîne û em wan radest nakîn me ew yên birîn da li Silopîya cihgîr bikîn bo demekê, îna em li Silopîya deynan nêzîkî Zaxo. Babet dirêje, ez dê vegerim ser babetê Xwandingeha.
Piştî demekê ez çom kampa / zîndana Zînadana Seyran tepe bi rex Bajêjê Amedê ve ku di gotinê kempa 500 malî, em di qewareyeka biçuka erdî de bi cihbîn û dur û berên me sîm kirin û dergehek lê hîlan bo hat û çoyê, ji dervey sîmî cendirme deynan, li ber dergehî polîs deynan û di nav kampê/ zîndanê de Mît û bi nav Bizîjkek deynan.
Bê hîvîyê û posîdehîyê xwe di ser û çavên me teva de werkir, dagîrkerên turk jî pîlanên xwe di gêran bo Mîtkirina xelkê me, hinartina xelkê me bo nav rijêma gor bi gora Bexda û handan û palpiştîkirin bo deynana mizgeftan,îna min gelek hizir di paşeroja zarokan de kir û ez rabîmçom Bilokê ez lê û min gote wan, ew Eywana mezin ya Bindavê nekin Mizgeft, ez dê kime Xwandingeh û bê beramber ez dê xwandina kurdî dim zarokên we, rastî teva palpiştîya min kir bi taybet mala Xudêjê razî Sefer Dubankî, me ne Textereş hebîn ne Textên runiştinê û ne pertuk, nivişt, pênivîs… h.t.d.
Me xelkê xwe agehdar kir ku qotîkên xwe yên ronî nehavêjin dema valabîn û di ber-re ez û çend hevalên din çoyne Bajêrê Amedê û kontaka me baş hebî û me li gel hindek dilsozên kurdayetîyê axift li ser babetê Xwandingeha, Ewan gelek bi keyfxweşî pêşewazî li vî pirojey kirin û mo me tiştên Pêtvî dabîn kirin di demekî gelek kurt de û xelkê bo me qotîk jî înan û me dîwar û hindek dergeh reş kirin li cihê textereşa û me dest bi Xwendingeha Êkê kir li bilokê malên Xudêjê razî Sefer Dubankî û xwandevan pir bîn û ez rabîm li gel Xudêjê razî Hecî Boselî û Mecîd Boselî axiftim ku ewjî li Bindava Bilokê xwe bikin Xwandingeh û wan wekir û her xwandevan pir bîn, îna min li gel Bilokê Xudêjê razî mam Reşîd Temer avay axft û Bindava wan jî me kire Xwandingeh, paşî zelaman jî daxwaz kirin, me bo wan jî polek vekir û bo me textereş jî cem dikandarek gelek kurdperwer bi navê Mehdî hatin, eve tev li destpêka sala 1989ê bî.
Îna her hindek kurdên bi xwe çavbare ne girtin û pêkol kirin Xwandingeha ji destên me derbêxin û bi şêweyek din bi rêve bibin, nizanim Mîtê ew paldidan yan ne, ewan dest pê kir û çon cem deybabên Xwandevanan û gotine wan zarokên xwe ne rêkin cem Bengînî û hevalên wê!! Lê bi rastî deybaban guhdarîya wan nekirin, çumke zarokên wan tinê di yek salê de şîyan bo deybabên xwe nama bi xwînin û bi nivêsin, hindî pêkol kirin lê feydê wan nekir, rabîn çon cem Mîtê û gilî li min kirin û êkî mîtê hebî bi navê Burhan kurd bî, ew hat û gef li min kirin û tiştên me tev birin û dîwar û dergehên me reş kirîn subxa spî lêdan û got eve biryara walîyê Dîyarbekire nabit tu dersa bi kurdî bidî çunke çu kurdî nîne!!
Bêgoman Xwandingehên me xirabkirin, min tinê şîya hindek xwandevanên zîrek rojane bînim di jora xwe ya 2 mîtrî de li Bindavê û berdewamîyê bi xwandinê bidim, ta ku ez li sala 1990ê derketim bo Welatê Yonan.
Mamostayên Rolê xwe gêrayn:-
Xudêjê razî Hecî Boselî, berêz Mecîd Boselî, berêz Ehmed Telat, berêz Seyf Allah Muhammed, berêz Elî Reşîd Temeravay, berêz Dijwar Silêvaney, Xudêjê razî Şivan Şefîq Şeranşî.
Herwesa silavên germ bo berêzan Salim Mihemed, Musa Sefer, Sededin Yosif, Kurdo Bamernî û Newzad Bamernî ke wan rolek baş yê harîkarîyê di hindek biwaran de gîran, supasîyên mezin bo tevaya deybabên xwandevan ku zarokên xwe paldayn bo zanînê û dîsan supas ji bo wan yên ku piştgîrîyek mezin li me û karê me kirîn bo berdewam bunê.
Supasîyên taybet bo tevaya xelkê me yê Bajêrê Amedê ku destê harîkarîyê bo vê meremê bo me dirêj kirîn, dîsan hizareha supasî bo muzîkjenê kurdperwer berêz Dilşyar ku xwe bi me ve gelek westandî bo tomarkirina kasêta êkê ya Koma Pêşeng bi serkêşya honermendê pêşmerge berêz Amed Bamernî.
Herwesa supas ji bo tevaya Xwandevanan ku bi germî beşdar bun û her zwî fêrî xwandin û nivêsînê bîn, evro gelek ji wan Xwandevanan destnivêsin, Çalakvanin, Efser û Karmendên Çelengin.
- “Gotar derbirîna boçûna nivîskarane, ne ya sayt û gotarnameya Rojarticle”