“Dû xal derbarê “Hêza Parastina Cewherî

Dû rojin ragihandna dirustbûna ”Hêza Parastina Cewherî” li Başûrê Kurdistanê bûye rojeveke gerim ji bo gelek kes û aliyan. Bi taybetî li devera me û bi taybetîtir di nava kadro, endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê da ku bi baweriya min bêtiriya wan peyama vîdoy ya damezrandina vê hêzê nedîtine û tiştekî ji naveroka wê nizanin. Hemû pêkve tiliya tometê ji bo PKKê dirêj dikin û rexneyên tund li dirustbûna vê hêzê digirin û weke plana dijmnan dibînin ku mebest jê têkdana rewş û destkeftên Başûrê Kurdistanê ye!

Helbet her kes azade ku boçûna xwe bîne ziman û ez jî rêzê lê digrim. Lê li vir ez dixwazim amaje bi dû xalan bidim derbarê vî babetî; xala yekem ku di peyama grûpa (Hêza Parastina Cewherî) da hatiye û amaje bi wê yekê didin ku “Hikûmeta Kurdistanê nekariye aramiyê ji bo xak û xelkê Herêma Kurdistanê garantî bike û avabûna vê hêzê ji derencamê vê valehî yê ye”. Helbet ev rastiye û Hikûmeta Kurdistanê di maweyê (28) salan da nekariye kontirola gelek deveran bike. Bo mînak li Parêzgeha Duhokê bi sedan gundên qezayên Amêdî, Şêxan, Akrê, Zaxo û heta Duhokê jî hatine çolkirin. Ev gund ji aliyê firokeyên Tirkîve tên bombebaran kirin, xelkê wan tên Şehîd kirin, deramet û daristanên wan tên sotin û hikûmet nekariye çareyekê ji bo bibîne.

Xala dûyemîn ku min divê behs bikim eve ku xelk dibêjin ev grûp girêdayî PKKê ye. Helbet PKK partiyeke mezin a kurdiye û di hinek delîveyên tengav da helwestên nejbîrkirî hebûne himber Başûrê Kurdistanê. Helwesta herî dawî jî çûyîna PKKê bû di hawara Şengalê de ku karî rêkê jibo bi dehan hezaran xelkê wê deverê xweş bike da bighîjin Rojava Kurdistanê û ji komkujiyeke misoger rizgarbibin! Loma pêwîste em lezê nekin ji bo biryardayîna li ser vê hêzê, herwiha dive bi guman jî nebin û weke planeke dijminan li qelem nedin. Di heman dem da nabe em dijminên xwe yên sereke ji bîra xwe bibin yên ku heta niha jî piştevaniya DAIŞ dikin û dijmintiya her tiştekî girêdayî Kurd û Kurdistanê dikin! Wate bi kurtahî pêwîste em bizanin ku gefa herî mezin a li ser mirov, xak, desthilat û destkeftî yên her parçeyeke Kurdistanê tenê dewletên dagîrkarin.

  • Ev gûtar beriya 2 heftiyan bi zimanê kurdî (pîtên aramî) li (Rojarticle) hatiye weşandin.

Related posts

Leave a Comment