*Mêşên” Mûsil û “Hingiv”ê Kerkûkê”

Piştî derbazbûna pênc mehan li ser encamdayîna hilbijartinên Parlemena Kurdistanê, hêşta danûstanên aliyên siyasî yên Kurdistanî berdewamin ji bo gihiştina lihevhatinê li ser avakirin (yan jî rasttire em bêjin parvekirina) hikûmetê li ser hevdû. Her aliyek ji van dakokiyê li ser pişka xwe dike ji post, pile û dahatî. Ji bo gihiştina vê armancê jî, ew alî sloganên cuda bilind dikin û behsa berjewendiya giştî, çaksazî, çareserkirina pirsgirêkên netewî û … htd dikin! Lê şêweyê birêveçûna danûstandinan û nakokiyên di navbera van aliyan de gomanê dirust dikin li ser rastiya naveroka sloganên van!. Yek ji belgeyan jî eve ku mezintirîn û aloztirîn girêka nelihevhatina van aliyan meseleya Kerkûkê ye. Ango ev Kerkûka ku hemû alî wê bi “pîroz” nav dikin, li şûna ku bibe xala lihevhatina wan, ew bûye xala jihevcudabûna wan. PDK û YNK hevdû tometbar dikin bi firotin, destberdan û piştguhxistina wê. Herçende hêşta ew parêzgeh li ber destê Kurdane û her dema ev herdû aliyên sereke lihev hatin Kerkûk jî wê vegere!

Helbet bêtiriya caran rexne li YNK,ê tên girtin ku wê dest ji Kerkûkê berdane. Lê diyare ku rêjeyeke mezin a xelkê Kerkûkê ne bi vê boçûnê re ne û ew her alîgirên YNK,ê ne. Ev rastî jî di hilbijartinên Iraqê de diyarbû dema ku YNK,ê nîvê dengên vê parêzgehê bidest xistin! Ango hêşta senga vê partiyê li vê parêzgehê heye û xwedî alîgire. Êca ji ber ku ev jî partiyeke kurdiye, em dikarin bêjin ku Kerkûk di bin hejmona Kurdan deye! Ev jî xaleke giringe ku aliyên kurdî sûdê jê bigirin û bi karbînin ji bo vegerandina Kerkûkê, heta eger di çarçoveya herêmeke cuda jî dabe ku aliyekî kurdî ava bike û Kerkûkê jî pêve girêbide. Ev jî tevî hin kêmasî û nexweşiyan, lê bi giştî dê bibe destkeft ji bo Kurdan ku xweziya partiyên kurdî karekî wiha li Mûsil jî bikirana da ev bajar jî ji destê Kurdan neçûba. Lê mixabin Mûsil bi bê dengî hat berdan û tiştê seyr eve ku kesî rexne û gazinde ji kesî nekirin li ser berdana Mûsilê, weke ku îro gazinc û rexneyan li hevdû digirin û dibêjin Kerkûk hatiye firotin û berdan!

Eşkereye ku di dîroka nêzîk de, ango ji beriya kêmtirî sed salan Başûrê Kurdistanê bi Eyaleta Mûsil dihat binavkirin. Bajarê Mûsil jî paytexta vê eyaletê bû ku bêtiriya rûniştvanên wê Kurd û axa wê Kurdistan e, ango deverên (Mûsil, Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Helebce û hin deverên parêzgehên Diyala û Selaheddîn jî) li xwe digirt. Ev jî diyar dike ku giringiya Mûsil û resenatiya wê ya kurdî ji Kerkûkê kêmtir nîne. Ji xwe li gor hin zanyariyan hijmara Kurdên ku niha jî li sînûrê Parêzgeha Mûsil dijîn bêtire ji ya Kurdên li Kerkûkê. Lê siyasetvanên Kurdan ew berdan û rojekê jî behs li ser nehat kirin! Tevî ku piştî ketina Rijêma Seddam Kurdan kontirola wê parêzgehê kiribûn û rêjeya dengên Kurdan li Mûsil jî weke ya Kerkûkê bilind bû. Hetta Parêzgar jî ji aliyê Kurdan dihat danîn. Lê hêdî hêdî Kurdan dest jê berdan û berdewam hijmara dengên wan jî kêm bû û li dawiyê hejmon jî lê nema.

Li vir ez dixazim serhatiyeka xwe vebêjim ku belkî min careke din jî amaje pê da be. Rojekê beriya çend salan ez çûm çeperekî Pêşmerge li sînûrê Mûsil, min dît çeperên Eskerê Iraqê li himberî çeperên Pêşmerge tên dirust kirin û ciyê wan kontirola deverê dike. Min gote Pêşmergeyekî “ciyê Eskerê Iraqê baştire ji ciyê we.. mane hûn beriya wan li vir bûn, we çima ew cî ne girt?!” Pêşmerge got: “belê raste ciyê wan baştire û pêşiyê em li wir bûn. Lê ji ber ku gelek Mêş, Zirkêtik û Kêzik li wir hebûn, me ew cî berda û em paşde hatin vir.. vir gelekî xweşe!!”

Êca ez nizanim Mûsil jî ji ber “Mêşan” hat berdan û Kerkûk ji ber “Hingivê Reş” tê hez kirin, yan jî îmkan û zanîn evin?! Lê tişta ku ez piştrast dizanim eve ku eger mirovî “Mêş” hebe dê “Hingiv” jî garantî kirî be.

 

  • (Ev gûtar beriya heftiyekê bi zimanê kurdî -Pîtên Aramî- hatiye weşandin)

http://rojarticlecom.local/2019/02/28/مێشێن-مووسڵ-و-هنگڤینێ-کەرکووكێ/

Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top