Çend rojan beriya dawiya sala 2018an em digel çend endamên malbatê, kesûkar û xizman çûn gundê me li nêzîk sînûrê Bakûrê Kurdistanê. Dû rojan beriya serê salê pêleke bi hêz a befir (berfê) barî û hat ragehandin ku dê çend rojan dom bike û rêyên deverê jî bi temamî bê girtin. Loma gelek ji kesûkaran seyrana xwe rawestandin û zivrîn bajarê Duhokê. Tenê em 15 kes man û me biryar da em li gund bimînin û em piştrast bûn ku ti alozî nabin! Ji ber ku xwarin, elektirîk, av û şewatek li gundî hebûn. Herwisa em ji girtina rê jî netirsan, ji ber ku me zanî ku “Seydayê mezin” jî li gunde! Evca eger befr rê bigre, bêguman dê hikûmet (şaredarî, kontirola rê û cadeyan û …) di hawara “seyda” bên û rê bo wî vekin. Ev rê jî li nêzîk xaniyên me derbaz dibe û bi vê şêweyê dê rêya me jî bê vekirin û em jî rizgarbibin.
Lê mixabin wisa nebû, beriya her tiştî elektirîk li ser me hat qutkirin û ya “seyda” na. Rê jî piştî hatiye girtin tenê ji bo “seyda” hat vekirin û ew zîvirî bajar! Piştî çendîn telefonan bi rêya kesûkaran em hatin haydarkirin ku tîma ramalîna cadeyan bi nêzîktirîn dem dê bizivirie cem me. Li vê demê dîmeneke fîlma Tîtanik hat bîra min ‘dema keştî bin av dibû û xelk siyarî belemên rizgarbûnê dibûn, zarokekî pirs ji diya xwe dikir ka çim ew jî siyarî beleman nabn’ deyika zarokê jî di bersivê de dibêje: pêşiyê dê mirovên dewlemend û maqûl “seyda” siyarbibin û paşî em “mirovên sade û hejar!”.
Helbet kesûkarên me berdewam kar dikirin ji bo ku rêya me bê vekirin. Lê ji bo roja dûyemîn jî kes di hawara me nehat. Loma me bi merr û destan hewla vekirina rêya xwe da ku karekî bi zehmet bû û di encamê de dû otombêlên me bi temamî di nava befrê de asê man! Paşî em hatin haydarkirin ku otombêleke befir ramalînê têkçûye û tenê yek maye. “Ew jî niha rêya kempa serbazên Turk vedike (ev serbaz beriya çend salan hatine nava xaka başûr) û piştî demeke kêm dê bê cem me!.
Vê nûçeyê dilê me xweşkir, ji ber ku hêviyek da me ku rêya me dê bê vekirin û emê îro vegerin bajar. Lê di kûratiyê de dilê me êşand û ji me re diyar kir ku rewşa xelkê Kurdistanê di hemû waran de gelekî xerabtire ji rewşa rêvîngên Tîtanikê. Ji ber ku di Tîtanikê de dû çînên mirovan hebûn; “seyda” û “sade”. Lê li Kurdistanê “seyda”, dagîrker, dagîrkerê duyemîn û paşî xelkê sade! Evca eger em derûnê “seyda”yan têbighîjin û armanca dagîrkeran jî nasbikin wê ji bo me diyar bibe ku li gor vê rewşê ti hêviya rizgarbûnê ji xelkê re nîne, ji bilî serhildana li dijî dagîrker û “seyda”yên gendell!
(Ev gûtar bi kurdî (pîtên aramî) di heman saytê de hatiye weşandin)