*?Kê Margirêt kuşt

Beriya çend mehan me seredana gora (Margirêt Corc) kir li gundê Dorê li devera Berwarî Bala girêdayî Amêdiya Parêzgeha Duhokê. Ew yekemîn jina Pêşmerge û yekemîn Pêşmergeya şehîd bû ku beriya nêzîkî nîv sedê, li 26/12/1969 hat şehîdkirin. Gora wê nû hatibû nûjenkirin û em yekem serdanker bûn piştî nûjenkirinê. Ji wir em daketin xarê ber bi mala “metka” me li heman gund û dema behs hat ser şehîda nemir, “metê” serê xwe hijand û henaseke xemgîn kişand û gût “ew di xew de şehîdkirin”. Paşî em çûn xizmeta mamostayekî dêrîn li gundê Şimayla li heman dever. Mamosta mêvanekî wî hebû, wan li nav baxçeyê xaniyê xwe yê biçûk û xweşik pêşwaziya me kir. Mêvanê (nenas) destê bavê min bi germî givaşt û gût: “ez dizanim to min nasnakî, lê ez te nasdikim.. beriya bêtirî pêncî salan te gelek parastina me kir ji bo hinek zoriyê li me nekin!”

Helbet ev herdû gundên me seredana wan kir, yên xiristiyanane û li destpêka Şoreşa Eylûlê hijmareke xortên van gundan bibûn Pêşmerge, bi taybet ji gundê Dorê ku li gor zanyariyên min yekemîn şehîdên şoreşê (mêr û jin) ji vî gundî bûn. Lê piştî bûyera şehadeta Margirêt Corc, rewşa van gelek hat gohertin. Tiştê ku niha li van gundan tê têbînîkirin eve ku ew coşa serdema şoreşê û hesta xwedîtiya Kurdistanê xav, sist û hîn xerabtire jî. Ji bo mînak niha gelek ji “Xiristiyanên” vê deverê ku hemû jî kur, keç, pismam, dotmam, xizim û keskarên “Margrêt Corc”in, rênadin Pêşmergekî Kurd ê Musilman xaniyekî li senterê navçeya (Kanî Masê) avabike (tevî ku bêtiriya xelkê navçeyê Kurdên misilmanin jî!).

Beriya çend salan min pirs ji xûşkeke Margirêtê kir ka kê xûşka wê şehîd kiriye, wê di bersiva pirsa min de gût: “terorîstan”. Min ev pirs rastî berpirsekî şoreşê yê wê serdemê jî kir û min jêre gût ku xûşka wê ev bersiv daye min, birêzî jî heman axaftin kir û gût: “xûşka Margirêtê bersiva rast daye.. terorîstan ew şehîdkir!”. Bi rastî ez nizanim ew “terorîst” kîne û çarenivîsa wan çi lêhatiye?! Lê ya ez dizanim eve ku van “terorîstan” bi vê kiryarê ne tenê xwestin Pêşmergeyekî/ê bikujin. Lê armanca wan beriya her tiştî kuştina jinekê bû da jinan bitirsînin û çav li vê jinê nekin, paşî kuştina azadiyê bû di hundirê vê jinê de da çi jnên din hizra dûbarekirina karê vê nekin û li dawiyê jî armanca wan kuştina pêkvejiyanê bû ku rêbaza xelkê welatê me ye.

Mixabin mînakên van “terorîstan” heta niha jî di nav me de hene û geş dibin. Loma hêşta li welatê me Margirêt tên kuştin, azadî tê tengkirin û pêkvejiyan tê şêlûkirin. Doh van karîbû beşeke mezin a xiristiyanan ji civaka Kurdistanê cudabikin û nakokiyê bixin navbera (Soran û Behdînan). Îro jî beşeke mezin a Êzidiyan dûrkirine û bêguman eger rêya wan her wisa xweş be, dê hêşta kûrtir biçin nava civakê de û dîwarên bilindtir di nav çînan de avabikin! Ji ber ku ev xerabkarin û ji ezel karê van têkbirine, ev fayildarin û çiqas dujmin hebin ewê ajantiyê ji wan re bikin, ev fitneçîne û karê wan sistkirina morala şoreşgêrane, ev helperistin û her gava xebat helingift dê bêjin rêber xayine û pêwîste bê sizadayîn, ev enfalçîne û arezûya wan binaxkirina xelkê ye bi zindî, ev caşin û bi çi awayan dev ji zirrînê bernadin û…).

Loma divê rêberê me (serokatiya siyasî) van ji holê rake, yan bi kêmanî van di kuncikekê de asê bike ji bo ti tevgeran nekin! Weke çawa di çîroka şahê bi navê (Xwediyê Dû Şaxan) de tê vegotin ku wî şahî miletekî xirabkar û xwînmêj bi navê (Yacûc û Macûc) di bin erdê de dîlgirtine ku heta hetayê nikarin derkevin. Ji ber ku bi baweriya min eger wisa nebe siberoja me dê gelek kembaxtir be!

  • (Ev gûtar bi zimanê kurdî-pîtên aramîû zimanê erebî di heman saytê de hatiye weşandin)

Gora (Margirêt Corc) 1942-1969


Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top