Çend roje li ser malperên torên civakî gelek behsa Nadiya Murad û wergirtina xelata Noble tê kirin. Hijmareke mezin a Kurdan û bi taybetî gencên xwîngerim rexneyên tund li Nadiyayê digrin û carna axaftinên kirêt jî arasteyî wê xanimê dikin. Ji ber ku wê bi kurdî neaxiviye û behsa Pêşmerge û Kurdan jî nekiriye. Belku bi erebî axiviye û sipasiya Îraqê kiriye! Helbet ev gazind û rexne çend salin dûbare dibin li ser vê keça qurbanî. Hemî ev kesên rexnegir dibînin ku Nadiya keseke bê soze himber qurbanîdana bi hezaran Pêşmergeyên ku ji bo rizgarkirina wê û deverên wan şehîd û birîndar bûne. Herwesa bê wefaye himber netewe, xûşk û brayên xwe yên Kurd ku bi sedan hezaran awareyên Êzîdî hewandine
Li vir rastiyek heye ku nahê veşartin. Ev jî ewe ku bêtiriya Êzîdiyan dibêjin ew ne Kurdin. Bi taybetî jî xelkê Şengal û derdoran. Cudahiya di navbera wan û Nadiya Muradê de eve ku Nadiya xan kesayeteke navnetewî ya azade û dikare bê tirs û dûdilî her tiştî bibêje. Ev jî di kar û reftarên wê de diyare. Lê yên din bêtiriya wan awarene û ji rewşa xwe ditirsin. Loma vê çendê di dilê xwe de dihêlin. Helbet gelek caran em hin kesên Êzîdî li ser ekranên televizyon û saziyên medyayê dibînin ku behsa kurdbûna xwe dikin. Lê bi baweriya min hijmara wan hindike. Ew yan endamên partiyeke diyarkirîne, yan fermanberên hikûmetêne yan jî bazirganin
Tiştekî ji van hemûyan giringtir jî heye ku mixabin behs li ser nahê kirin. Ev jî sedemên dûrketina Nadiya Murad û Êzîdiyan! Gelo ev çiye wisa dike ku Êzîdî û bi taybetî yên Şengalê ji Kurdan û Pêşmerge bi revin, dûrkevin û aciz û dilteng bibin!? Bi baweriya min yek ji wan sedeman vedigere ji bo bûyerên piştî 2003 û nemana rejîma dîktator Seddam Hisên, dema ku Şengal ket bin kontirola Pêşmerge û Şengaliyan bi tilîlî û keyf pêşwazî lê kir. Lê ev kêfa wan gelek domnekir, ji ber ku hin berpirsên Pêşmergeyên ku Şingaliyan şahî ji bo hatina wan sazkirin, tundkarî digel wan kir, Êzîdiyên Şingalê weke hemwelatiyên pile dû hijmartin, bêbarkirin ji post û pileyan, kêmtirîn xizmetgozarî pêşkêşî wan nekirin, derfetên karî nehêlan, hijmareke kesên zehmetkêş û kurdperwer dûrkirin, mezarên wan piştguhxistin û…htd. Belge jî li ser vê gûtinê eve ku Şengalî ji hemûyan bêtir aciz û diltengin
Ez dibînim ku Nadiya Murad sozdariyek heye ji bo Pêşmerge, gel û neteweya Kurd. Ew herwisa alîkariyên birêz Nêçîrvan Barzanî jî li berçav dibîne ji bo rizgarikirina wê û hevalên wê de û piştevanîkirina wê heta niha. Loma ew behsa nexweşiyên beriya hatina DAIŞ nake. Ji xwe eger bike jî gazinc jê nabe. Ji ber ku ev rastiyeke û hemû Êzîdiyên Şengalê di gel de jiyane. Evca ji bo ku ji Êzîdiyan re zelal bibe ku ev piştguhxistin û tundkariya li himber wan hatiye encamdayîn, karên kesan bûn û neyên desthilata kurdî bûn, pêwîste Partiya Demokrata Kurdistan weke desthilatdara deverê, li koka vê arîşeyê bikole. Pêngavekê bavêje û lêpirsînê digel wan gendellan bike yên ku ev cudahiya çînatî li Şengalê dirustkir, piştre kirin sîstem û li ser çûn. Encama wê jî eve ya em îro dibînin
“Ev gûtar beriya heftiyekê bi zimanê kurdî (Aramî) û erebî hatiye weşandin”