Bêtirî 7 salane Rojava Kurdistanê ketiye rewşa şer û aloziyê. Hêzên kurdî yên li wê beşa Kurdistanê bi serperiştiya PYD şerekî mezin dijî DAIŞ û hêzên din kirine û dikin. Wan bêtiriya Rojava Kurdistanê ji van rêkxistin û teroristan parast! Herwiha şer kirin û dikin ji bo azadkirina wan bajarên Sûrî yên ku berê ketibûn destê DAIŞ. Bi vê yekê ew bûn sedema ku ev rêkxistin lawaz bibe û nekare êrişî Sûriyê jî bike! Ango van şervanan bi şêweyekî nerastrast Sûriye, Rijîm û Serokê Sûriyê jî parastin! Di vê rê de jî bi hezaran keç û xortên Kurdan şehîd ketin
Li ser mijara parastina Kurdên Rojava Kurdistanê û axa wê, Amerîka xwe wisa diyar dike ku ew dost, alîkar û parêzvane. Lê em dibînin ku himber êrîşên Tirkiyê û kuştina zarokên Kurdan û wêrankirina Efrîn, Koban û ber bi Rojhilata Firatê, ew bê helwest û bê denge! Beriya Amerîka, Rûsyayê jî xwe weke parêzvana Rojava Kurdistanê nîşan dida. Beriya wê jî Iranê ev digût. Beriya van hemuyan jî Rijîma Sûriyê digût û niha jî dibêje! Ne tenê ev, lê Tirkiyeya êrîşkar û Kurdkuj jî herdem dibêje ku ew ji bo parastina xelkê vê deverê diçe wir
Lê tişta her kes dibîne û li wir diqewme, ji me re dibêje ku ev hêzên biyanî ne garantîne ji bo parastina Rojava Kurdistanê. Hemû bazirganên petrol, gaz, pembû, genim, av û samanên sirûştî yên wê beşa welatin! Her dema wan li ser tiştekî li hev kirin, Kurdan û welatê wan jibîra dikin û dikin qurban! Ji xwe eger li hev jî nekirin şerê hevdû bi Kurdan dikin, ango dîsan Kurdan dikin qurban!. Helbet ev politikaye li hemû beşên Kurdistanê tê meşandin. Ji xwe şerên vê dawiyê li Başûr mînak û belgeyên zindîne ser vê mijarê
Li vir dibe ku hin kes bipirsin; gelo eger welatên mezin Rojava Kurdistanê neparêzin, nexwe kî dê vê beşa welat biparêze?! Bi rastî bersiva vê hêsane, lê pêkhatina wê zore! Jiber ku ev hêza ku dikare parastina Rojava û hemû beşan bike, tenê hevgirtina Kurdan e. Ev jî niha tune, loma ez dibêjim ku rewşa Rojava û hemû beşan heta demeke din jî dê weke xwe bimîne! Digel vê jî xebata Kurdan ya ji bo hevgirtinê dê berdeam be. Lê heta ev pêktê dê hîn keç û xortên Kurdan şehîd kevin, hîn gund û bajar wêran bibin û alozî hebin. Ev jî pêwîste bibe palder û givaş li ser serokên Kurdan da xebatên xwe xurttir û bihêztir bikin