Dastana Sihêla û Hêsirên Krokodîla

Nîvro bû em li resturantê rûniştibûn. Yekemîn car bû hevkara xwe ya ji Rojava Kurdistanê dibînin. Me behsa gûtarnameya xwe (Roj Article) dikir. Herwiha me behsa hêrişa Heşda Şaabî, Leşkirê Îraqê û Pasdarên Îranê dijî Kurdistanê û berxwedana Pêşdmerge dikir. Şereke mezin û bombeyên çekên giran weke baranê li ser serê Pêşmerge dibarîn. Herwiha Heşda Şaabî û Leşkirê Îraqê Rojava Kurdistanê jî bombebaran dikirin. Di wê demê de zenga telefona hevala me hat lêxistin û dema bersiv dayî, bi dengekî bilind kir hawar û giryan. Min û hevala me ya din hewlda wê aram bikin, da bizanin ci bûye!. Li dawiyê me zanî ku yek ji şehîdên Rojava Kurdistanê yên bi bombeyên Leşkirê Îraqê şehîd ketine, mamê wê hevala me ye!

Em bi lez ji resturantê derketin, ji ber ku malbata hevkara me dixwestin biçin Rojava ji bo merasimên veşartin û behîdariyê. Beriya em bigihin, bi telefonê ji min re gûtin ku hevalekî me yê din yê ji Rojava ku Pêşmergeyê (Leşkerê Roj)e, bi giranî birîdar bûye û birine nexweşxaneya bajarê Zaxo. Loma piştî min hevala me gihand malê û serexweşî li dayik û bavên wê kirin, ez çûm Zaxo! Di rêkê de min telefona hevalekê me li Zaxo kir, min daxaz jê kir da biçe nexweşxaneyê li gel birîndarê me bimîne heta em digihin. Dema em gihan Zaxo, gûtin hevalê we şandine Duhokê. Bi rastî em tirsan, jiber ku gûtibûn rewşa wî xirabe. Lê paşî me zanî ku yê başe û min hevjîna xwe seredana heva xwe û hemû birîndaran kir li nexweşxaneya Duhokê.

Îro salvegera wê dastanê bû û li çend cihan çalakî hatin sazkirin. Hinek berpirsyaran gelek pesna Pêşmerge û şehîdan dan. Lê mixabin tenê gûtinin û weke hercar digel derbazbûna vê rojê, dê ev gûtin jî derbazbin û çin! Rewşa malbatên şehîd û Pêşmergeyan jî dê her wek xwe bimîne. Hinek di vê qeyranê de dê birsî razên, hinek jî li vê zivistanê dê vegerin ber sermaya nav kon (çadir)ên xwe, hinek jî dê zarokên xwe ji xandinê veqetînin û danin ber karî da bijîn û … htd. Ji aliyê din ve hindek ji wan berpirsyarên ku îro rondik bo şehîdan barandine, dê vegerin vêllayên xwe yên çend hezar metrî, zarokên xwe yên ji dibistanên engilîzî vedigerin hembêz bikin, pereyên xwe yên ji projektên cuda hatine komkin yan şînin Europa, bi şev jî li nav baxên xwe yên mezin li ser çiyan digel hevalan şevbîrkên sor sazkin û biryar bidin kevne Baasî, Seddamî û xayinekî bikin wezîr û rêvebir…htd.

Loma em dibêjin ev gûtin û rondikên we yên Tîmsahan e. Bi pesindanê nan peyda nabe, divê bi kiryar hurmeta malbatên cangoriyan bigirin û xayin û xakfiroşan siza bidin. Ev 27 sal derbazbûn, evca eger hûn rast dibêjin keremkin tenê vêllayeke xwe bifiroşin. Bi pereyê wê sed xanî dê ji bo malbatên Pêşmergeyan ava bibin. Heta hûn tiştekî wisa nekin, bi kurtahî hûn derewînin û toza pêlava Pêşmergeyekî nayinin.

Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top