Welatê me ne demokrate û ne pêşketinxaz

Desthilata me xwe demokrat û pêşketinxaz dizane. Lê di rastî de cudahiyeke berçav di navbera wan de heye. Li welatên demokrat û pêşketinxaz mirov sentere û giringtirîne. Li welatê me tenê di tengasiyan de hizra mirovan tê kirin û giringiyê pê didin. Bo mînak di rewşên şer û hilbijartinan de. Wate weke qurbanê ku beriya serbirînê te Ribîte kirin. Li welatên demokrat û pêşketî ji roja jidayikbûna mirovan, desthilat pêngavan davêjin jibo parastina jiyana wan û misogerkirina paşeroja wan. Li welatê me mirov jidayik dibin zîndanî û qerdar. Zîndaniyên yasayên berjewendiya taybet û qerdarên navxwe û derve. Jiberku samanê vî welatê dewlemend helme û difire jor.

Wate em gunehê li peyva (Pêşketin) dikin dema dikin paşnav jibo welat. Jiber ku welatê ku hikûmet û gelê wî qerdarbe, paşketîne ne pêşketî. Jixwe neraste em demokrasiyê bikin pênase jibo sîstema desthilatdariyê. Jiber ku sadetirîn prensîpa demokrasiyê azadiya nerînê ye ku li vir tune û xelkê mafê gilîkirin û naskirina çarenivîsa samanê welatê xwe nîne ku dibe li ser vê bên zîndankirin. Helbet li welatê me, li dewletên cîhanê û yên dektator jî yasayên baş hene. Lê gendelî jî heye, jiber ku yasa nayên cîbicîkirin. Çareserî ne bi projeyên çaksaziyê, lê bi hebûna serokekî zîrek û wêreke ku hêza yasayan bikarbîne jibo cîbicîkirina demokrasiyê û peydakirina pêşketinê.

 

Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top