?Boçî (PYD) destberdarî Ocelan nabe

Gelek caran û li gelek delîve, dem û cihan tê gotin ka boçî PYD wêneyên Ocelan bilind dike, boçî endamên wê gûtinên Ocelan vedibêjin, boçî sloganên wî bilind dikin û ala xwe û ya PKKê bi hevre hildidin û boçî… htd? Yan dê bêjin Tirkiye jiber wêneyên Apo, axaftin, slogan û alên wan dixeyide û dike hêncet da gefan li xelkê me yê Rojava Kurdistanê bike. Herwiha diyar jî dikin ku eger PYDe dest ji van karan berde, cîhana pêşketî (Europa û Emerîka) ku PKKê bi terorîst binav dikin, wê bêtir alîkariya xelkê me yê Rojava Kurdistanê bikin û behane jî ji Tirkiya re nabe ku karekî dijminkarî dijî Rojava encam bide!

Li vir ez naxazim behsa babeta gef û hereşeyên Tirkiyê yên dijî Rojava û hemî beşên Kurdistanê bikin ka gelo eger PYDe destberdarî van karan bibe dê Tirkiye raweste yan na! Lê dixazim behsa meseleya girêdana PYDê bi Ocelan û PKKê bikim ku hindek kes xwe tênagihînin û xelkê normal jî baş tênagehe.

Xweyaye ku hemû siyasetmedarên Kurd û yên biyanî jî ku haydarî rewşa Rojava Kurdistanê ne, dizanin ku ev kesên Partiya Yekêtiya Demokratik (PYD)e li Rojava Kurdistanê damezrandin, kadroyên Partiya Karkarên Kurdistanê bûn. Herwiha tiştekî ron û eşkereye ku peyrew û programa vê partiyê jî li ser hizr û felsefeya serok Ebdula Ocelan hatine danîn. Ango ev partiya ku niha desthelatdariya Rojava Kurdistanê dike bêtriya endam, alîgir, şervan, rêvebir û serkirdeyên wê di dibistanên Partiya Karkarên Kurdistanê de perwerdebûne. Bêgûman Emerîka jî haydarî vê rastiyê ye û ji her kesî bêtir dizane. Lê dîsan jî peywendî digel PYDê dirust kirin û alîkariya wan kir û çek û pare jî dane wan. Helbet Emerîka û Cîhana Rojava bi çavtarîtî çek û pare nedane PYDê û dizanin ku ev desthehatdar û şervanên ew li Rojava kar pê re dikin û peywendiyan digel dirust dikin, ne endamên (ENKS)ê yan (Sûpayê Esed)in. Lê şagirdên xandingeha Ocelan in. Ji xwe ev hemû civîn û peywendiyên aliyên kurdî û navnetewî jî digel PYDê û serkirdeyên wê, danpêdane bi nasname û rêbaza vê partiyê!

Ango bi kurtahî meseleya ku daxazê ji PYDê dikin destberdarî wêne, slogan û gûtinên Ocelan bibe. Weke wê ye ku daxazê ji Şax (Liq)ê Yek yê Partiya Demokrata Kurdistan li Duhokê bikin ku gûtinên Serok Mistefa Barzanî, wêneyên Serok Mesûd û Serok Nêçîrvan Barzanî hilnede, ku ev jî daxazeke ne lojîkî û ne zanistî ye û danûstandin jî li ser nayê kirin!

  • (Ev gûtar beriya hefteyekê bi pîtên Aramî li ser vê saytê hatiye weşandin)

Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top