Barkirin

Ewr

Mîna meya sor

Û tarîtiya cadeyan kevinar tevlihev bû bû

Duman û barkirin

Dengê zinga dilê min

Kirin hawar

 

Barkirin

Û şevin zivistanê

Mîna hev bûn

Bê deng bû… sar bû wek şevên tarî

 

Mirov

Bê nirix mîna çûkan

Kolan kolan belav bûn

Cuda cuda zar û ziman girtin

Evîn bê çîrok man

Bîranîn bê wate man

Pencere bê hêvî man

Li cadeyan

Tenê dengê qîje qîjin vala hat

Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top