Van rojan gelek behsa xiyanetê tê kirin. Loma ez jî ser vê mijara gerim dinivîsim. Eger em berê xwe bidin rewşê, dê zanin ku meseleya xiyanetê êdî “normal” dibe. Her partiyek partiya din tawanbar dike. Herwiha di hundirê yek partiyê de jî xiyanetkirin heye. Ev jî metirsiyeke mezine li ser civakê û rê vedike ku xiyanetkirin bikeve nava her tiştî û bibe kultûr
Demjimêr derdorî yazdeyî şeva 26/27î September a 2018ê bû. Me li nêzîk deriyê kampa Domîz a penaberên Rojava Kurdistanê li Duhokê, Ça vedxar. Ji nişkan ve komeke otombêl ‘bus’ bi rêz çûne parka ber deriyê kampê. Hevalekî gût “ev hatin jî!”, min jê pirsî “ev kîne û ji bo çi hatine?”, hevalê me gût “em hatine haydarkirin ku sibe demjimêr 12:00î nîvro amade bibin, wê me bibin stadyuma Duhokê, Serok Barzanî tê gûtarekê pêşkêş dike derbarî hilbijartinan” de
Ev min bi çavên xwe dît û min ji çavkaniyeke piştirast jî zanî ku li dûrtirîn û biçûktirîn kampa awareyan (Kampa Bêrsivê (20km rojhilatî Zaxo) xelk bi pênc ‘bus’ û çend otombêlên taybet hatbûn stadyuma Duhokê! Li gor axaftinên cadê jî li (25) kampên penaber û awareyên sînûrê Parêzgeha Duhokê, rewş bi heman şêwe bû. Anku bi hezaran penaber û aware bi bus û otombêlên cuda dihatine stadyuma Duhokê! Min bi dehan hevalên aware û penaber hene ku wê rojê wêneyên xwe yên di nava stadyuma Duhokê de li ser lapereyên xwe yên torên civakî belavkirine
Demjmêr pêncî êvariya roja 27î Septemberî (ew dema Serok Barzanî gûtara xwe pêşkêş dikir) me jivanê pizîşkî hebû. Me hizir kir xelk hemû çûne stadyumê û cade û bazar valene, loma em dereng ji mal derketin. Lê dema em derketin me dît cade, kolan û bazarên Duhokê weke rojên berê qerebalexin. Her ji ber vê em 10 xulekan dereng jî man! Ev di demekê deye ku beriya çend salan dema Serok Barzanî seredana Duhokê dikir û civîneke girseyî sazdikir, bazar û cadeyên Duhokê “valedibûn” ji xelk û otombêlan
Helbet berpirsên Duhokê yên “gendell” ku tenê xizmeta xwe, kesûkar, xizm û nasên xwe kiriye, dizanîn ku stadyum bi penaber û awareyan tije nabe û betiriya xelkê Duhokê jî guhdariya banga wan nakin û naçin stadyumê. Loma ji bo ku dîmenê stadyumê wisa nîşan bidin ku tijeye, wan bi dehan hezaran alên zer kirine di destên xelkê û xortan de da valehî diyar nebe. Zêdebarî vê yekê jî ferman dane saziyên mediyayê yên nêzîkî xwe ku bibêjin sed hezar kes amadeyî stadyumê bûne!! Bêyî ku hizra xwe li wê yekê bikin ku her kes dizane stadyuma Duhokê tenê têra 25 hezar kesan dike
Bi hizra min çarêka amadebûyên stadyuma Duhokê penaber û aware bûn, çarêkeke din jî xortên jêr temenê hejde saliyê. Wate nîva amadebûyan mafê wanê dengdanê di hilbijartinan de tunebû. Beşek jî fermanber bûn ku hinek ji tirsa “dûrxistina wan ji karî” amade bibûn, beşek jî kadroyên hizbê bûn ku karê wane amade bibin. Beşek ji yên mayî jî xortên xwîngerim û xelkê mexdûr bûn ku bi xwestek û viyana xwe ji bo Barzanî “ne ji bo PDKê” hatibûn
Helbet berpirsyarên Duhokê ev kar encamdan weke hevrikî digel Zaxo ku herdem xelkekê zêde amadeyî civînên Barzanî dibin. Herwisa da ‘eybên xwe veşêrin yên bûne sedema lawazkirina viyana xelkê ya “xwezayî” ji bo Barzanî, ew kesê ku beriya niha dema dihate Duhokê xelkê ew bi otombêlve radikirin ser milan. Lê kêmçûna xelkê Duhokê ji bo dengdanê (li sînûrê şaxê YEK yê PDKê) bi rêjeya 55% ku nizimtirîn rêjeye û di maweyê 27 salên derbazbûyî de derdora 80% bû, derewên berpirsên Duhokê eşkerekirin
Bi baweriya min ev xiyanete û pêwîste serkirdayetî li ser raweste da dûbare nebe. Ji ber ku “xapandina” serok bi pêşkêşkirina zaniyarî, data, nîşan û wêneyên nerast li ser rewşê, mezintirîn tawane di karê siyasî de û dikare bibe sedema karesatan! Ji ber ku serok ji bo kar, pêşhat û pêrabûnan dê pişta xwe bi van zaniyarî, data, dîmen û nîşanan girêbide ji bo danana plan û biriyara xwe! Evca eger ev tişt nerast bin, bêguman dê derencam jî xirab derkevin
Lê berpirsyarên PDKê li Duhokê li şûna ku li sedemên vê daketina nenormal û neçaverêkirî ya beşdariya xelkê di dengdanê de rawestin. Ew berdewamin li ser şêlûkirinên xwe û stirana kevin vedibêjin “me serketineke mezin tomarkiriye!” û naxazin behs û hesaba wê yekê bê kirin ku vê carê Barzanî (mezintirîn kesayet li cem Duhokiyan) wî bi xwe serperştiya kempînê dikir û daxaz ji xelkê dikir ku biçin dengdanê! Lê dîsan jî 45% ji xelkê Duhokê (ku bêguman bêtiriya wan PDKyîne) guhê xwe nedan Serokê xwe û neçûn dengdanê! Ev di demekê deye ku beriya niha dema Serok di hilbijartinan de dihat Duhokê, daxaz ji xelkê nedikir biçin dengdanê, lê digût “ez biriyara we dizanim”e
Bi rastî ev netişteke sivik û normale ku were piştguhxistin, weke ku hinek berpirsyarên Duhokê dikin. Belku nîşaneke eşkere û diyare li ser kûratiya kêşe û aloziyên vê deverê. Duhoka ku Sed salin xelkê wê murîdên Malbata Barzanîne! Îvro rewş bighîje wê astê ku Barzanî daxazekê ji Duhokiyan bike û ew bi ya wî nekin! Bi gûtina Duhokiyan ev “dawiya dinyayê” ye