Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û Çend Têbînî

Di hilbijartinên 30-9-2018-ê yên Parlementoya Başûrê Kurdistanê de, ez weke çavdêrekî navxweyî, min lêkolîn û çavdêrî li karên Komisyona Hilbijartin û Rapirsiya Başûrê Kurdistanê dikir. Bi ronî xweya bû ku di aliyên hunerî de hinek kêmasî çêbûn ku dengder nekaribe deng bide, ji ber nehatina navê wî yan yê endamekê malbata wî di lîsta navên qeytkirî. Ev yek bo pirsgirêkek mezin.

Ji aliyek din ve di nav malbatekê da navên wan hatibûn veqetandin. Her yek avitibû navendekê û bi sanehî nikariyan navên xwe bi bînin. Ji vê yekê hin kes nikarîn biçin hemû navendan. Çunkû gelek ji wan malbatan xizan bûn û barê aburiya wan baş nebû û otombêl nebûn. Bi riya taksiya di çûn nikariyan hin pereyan bidin taksiyan

Lê ev guneha komsyonê bi tenê ne bû! Di heman dem da guneha part û aliyan jî bû. Ew di kariyan li her cihekî otomobilan berhev bikin û gel û dengderan bigehînin! Ji aliyek din ve dixwaz im amajê bi pişkdariya millet û gel bikim ku bi rastî li goreyi hejmara endam û layengirên aliyan û rûniştvanên Kurdistanê, gelekî hindik bû %61

Ev jî bi nerîna min ji bo çendîn sideman di zivire. Ji wan gel bawerî bi sozên partî û aliyan nemaye ku di paşerojê da nûnertiya xwestek û daxwazên gel bikin. Di aliyên çaksazî û refurimkirna sîstemê birêvebirin û ji navbirina gendel û dizên mal û serwetê giştî. û htd

Herweha dirustkirina mûçe û şefafyeta dahat û budceya Herêma Kurdistanê û kar û xizmetên lezgîn ji damezrandin û her hevkariyeka rêxweşker ji bo jiyana millet. Lê baweriya gel piranî bi partiyên kilasîk û tevgera wan tê ji berku piranî gel qurbanî di rêça wan da pêşkêşî azadî û serxwebûna Kurdistanê kirîne. Alî û tevgerên nû hatine ser sifreya hazir û ne cihê baweriya gelin. Çûnkû dizanin nikarîne bibin nûnerên rasteqîn yên gel û jiyana gel bi wan bi ewle na be

Bi giştî prosesa hilbijartina baş bû. Hindik kêmasî û binpêkariyên yasayi çêbûn. Lê her kes azadane kariya dengê xwe bide. Ev jî dibe serkeftinek din piştî referanduma serxwebûnê. Bi nerîna min dîsan PDK û YNK e digel partiyên Aşurî, Suryan, Turkmen û Lîsteya Serdem dikarin kabîneya nû ya hikûmetê bê sergêjî avabikin. Tevgera Goran, YÎK, Komel û Nifşê Nû jî bila bibin opozisyon

Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top