?Çima (RojArticle) ya Elektironî

Hijimar (0) û “têst”a gûtarnameya (RojArticle) ya kaxezî li 16î Tebaxa 2017ê li bajarê Duhokê çap bû. Di sergûtara wê de amaje bi wê yekê hatibû dayîn ku yek ji armancan, gihandina peyama rexneyî ya rojnamevan û nivîskarêne. Bi taybetî peyama gencan û xwediyên xameyên xurt. Îro jî bi alîkarî û piştevaniya komeke nivîskar, rojnamevan û piştevanên ku bi şêweyeke xwebexiş kar dikin, hijimar “25” çapbûye û niha ketiye bazaran.

Helbet giringîdayîna me bi boçûnên cuda, bi taybetî ya gencan, bê zehmetî nebû. Ji ber ku hinek beşdarbûyan ezmûna nivîsînê nebû, loma rênivîsa hinek gûtaran gelekî bê serûberbû û hinekan jî em neçar diman gûtarên wan dûbare binivsîninve da bikaribin biweşînin. Ev ji bilî astengiyên çapkirinê ku em neçarmane li derveyî devera xwe çap bikin! Zêdebarî kêşeya dîtina firoşiyaran ku hemû kesan ew derî ji bo me venekir, hinekan jî piştî vekirî dûbare girtinve. Mixabin beşeke firoşyaran gûtarnameya me li binê hemû belavokan dadinin. Hinek jî li bin mase û ciyên veşartî dadinin.

Berbestên belavkirnê jî bi heman şêwene, beşeke mezin a wî karî jî li ser milên çend xwebexşane (weke hemû stafê karî). Lê encamê vê kedê jî berçave. Di maweyê salekê de (RojArticle) bi karê xwebeşî bûye navek di nava belavokên vê deverê de yên ku mehane bi dehan hezaran Dolar li hinek ji wan tên xerickirin.

Li vir ezê amaje bidim mînakeke vê pirojeya me ku cihê şanaziyeke mezine ji bo hemû stafê karî; hijimar (10) ya (RojAricle) bi manşêta “Toz û Aferîn ji bo Pêşmerge man”, (1500) hezar û pêncsed dane jê hatibûn çapkirin. (100) dane me li çend kempên penaber û awareyan belavkirin (bê pere). (50) dane jî me digel (9) hjimarên berê kirin paketan de û weke diyarî me pêşkêşî hinek kesayet û dezgehan kirin. (50) dane jî ku me ji bo arşîfê hilgirtibûn, bi şaşî me pêşkêşî mêvan û serdankeran kirin.

Dema me zanî ku me hijimar (10) li erşîfê nemaye, me hizir kir ku bi sedan dane dê ji bazarê zivirin û emê hilgirin ji bo arşîfî. Lê tenê (15) dane ji bazarê zivirîn. Anku nêzîkî (1300) daneyan jê hatibûn firotin! Ev di demekê deye ku li gor zaniyariyên me di maweyê van salan de firotina ti rojname û belavokekê li devera me negihaye vê astê. Bi baweriya min ev firoşa zêde dizivire ji bo cidîbûna stafê karî, manşêt û babetên gerim û girêdayî rewşa rojê, gihiştina gûtarnameyê di dema xwe de û li roja derketinê ji bo hemû rojnamefiroşan, herwiha firotina wê li bêtirî (27) ciyan.

Helbet me gelek caran behsa wê yekê kiriye ku me (RojArticle) li ser kaxezê çap kir ji bo handana xwandina kaxezê. Loma li destêkê me nehêla nivîskar gûtarên xwe yên ku li (RojArticle) hatine weşandin li ser lapereyên xwe yên civakî jî belavbikin. Me zanî jî ku hinek nivîskarên me jiber vê dakokiya me li ser çapa kaxezê, ji me dilmayiine mane. Loma li dawiyê û li ser daxaz û givaşa gelek nivîskaran, me li 14î Adara 2018ê Pereke Facebookê vekir tenê ji bo nasandina gûtarnameyê û belavkirina gûtarên kevin. Lê nivîskar, xandevan, piştevan, dost û heval bi vê jî razî nebûn. Wan rojane û berdewam daxaz dikirin em saytê elektironî vekin da gûtarên wan di zûtirîn dem de bigihin bêtirîn xandevanan.

Loma li salroja derçûna hijmar (0) ya (RojArticle) me biriyarda em sayta elektironî dirust bikin. Li 7î Oktober a 2018ê jî sayta gûtarnameyê bi şêweyekî demkî û weke têst ket berdestan û wê berdewam be. Li rojên dahatî jî, piştî wergirtina têbînî û boçûnên hevalan, em ê biriyar bidin ka em ê çapa kaxezî û ya dîcîtal çawa derêxînin.

Li vir min divê sipasiya hemû nivîskar, rojnamevan, piştevan, dost û hevkaran bikim ji bo giringîdayîna wan a bê sînûr. Bi rastî ez qerdarê dilsoziya we me. Derbarê pirojeyê sayta (RojArticle) jî min divê sipasiya hevalê zaroktiyê, nivîskar û siyasetmedarê Kurd- Nowîcî, Newzad Amêdî bikim ku ji destpêkê beşdarî û piştevaniya me kir. Herwiha ji bo vê pêngavê jî fînansa kirîna domîn û dirûstkirina saytî bi stoyê xweve girt. Ji niha û wêve jî wê weke Rêvebirê Nivîsînê li saytê (RojArticle) karbike. Dîsan sipas ji bo hevkarê me pisporê pirogramên komputerê, birêz Hikmet Navişkî ku karên teknîk û dîzayna saytê pêkaniye û ew jî wê weke Rêvebirê Teknîkê tevlî stafê gûtarnameya me bibe.

Li dawiyê em hêvîdarin ku hemû rojnamevan, nivîskar, dost u piştevanên me li her ciyê lê bin, me bêpar nekin ji boçûn û têbîniyên xwe ji bo baştirkirin û xurttir kirina naveroka vê pirojeyê. Pêşdem jî em dibêjin ji bo hinek kêmasiyan jî li me biborinin ji ber ku “girara rûn ji kêm danî ye”.

Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top