Çend mehan piştî serhildana Adar a 1991 ez li biniya civatekê rûniştîbûm, yekî gût “îro ‘seyda’ nexweş bû û gelek di koxiya.” Yekî din jî ji wir ve bersiva wî da û gût “diyare dema ‘şovel’ daqurçandî zincîrên wê qirika wî kulkiriye!” digel vê axaftinê hemû amadebûyan bi hevre kirin kenî û tîqelîq, ji bilî min ku min tiştek fehm nekir! Lê piştî çend rojan min zanî ku ew ‘seyda’yê ku civatê behsa wî dikirin, hin amûr û keresteyên hikûmetê desteser kiribûn û wê rojê firotibûn Iranê! Lê li gor axaftinên xelkê ew ne yekemîn kes û ne dawî kes bû ku kelûpelên mîrî desteser dikirin û ji xwe re difirotin. Herwiha ne tenê şovelên mîrî dihatin dizîn û birin, belku kelûpelên cuda û bê hijmar ji saziyên hikûmî dihatin dizîn û birin bo derveyî Kurdistanê. Bo mînak her di wan deman de giringtirîn amûrên pizîşkî yên nexweşxaneyên bajêrî, kelûpelên kargehan, amûrên rêveberiyan, kabil û têlên tora elektirîkê û heta bi derî, kaşî, pencer û keresteyên nava avahiyan jî dihatin dizîn!
Helbet ez matmayî nabim ku di serhildaneke girseyî ya li dijî rijîmeke diktator de, xelk her tiştî têkbidin, bidizin, ji xwe re bibin, bişewtînin û ji nav bibin. Lê ya seyr eve ku di hemû bîranînên serhildanê de partiyên Kurdî dibêjin wan pilana serhildanê danîbû û wan digel xelkê Kurdistanê ev pilan cîbecîkir heta hemû gund, dever û bajêrên Kurdistanê ji rijîma dîktator rizgarkirin! Herwiha ew şanaziyê jî bi vê pilanê dikin ku karîne bi şêweyekî serkeftî bi rêvebibin. Lê li vir dû tişt eşkere dibin, tiştê yekemîn eve ku van partiyan ti planeke wan nebû û haya wan jî ji serhildanê û hûrkariyên wê nebû. Loma ev bêserûberî çêbû û heta niha jî alozî û bêserûberî maye û çareser nabe. Ya dûyemîn jî eve ku van partiyan pilanek hebû, lê baweriya wan nebû ku dê rijîm bi temamî birûxe û ji Kurdistanê derkeve. Loma pilaneke demkî danîn ku dirbekê li rijîmê bidin û her tiştê bikeve ber destê wan bibin û yên mayî jî bişewitînin û tevlihev bikin.
Bi nerîna min ti pilaneke partiyên Kurdistanî nebû, jiberku eger pilaneke wan a rêkûpêk hebûya, da ji bo hemû bûyer, pêşhat û karvedanan çareseriyan danin. Herwiha ji bo her ciyê ku vale dibû elternatîvek dihat danîn. Ji bo mînak pêwîstbû di pilanê da hin sazî bihatan dirustkirin ku ciyê saziyên ewlehî yên rijîma Baas bigirin yên ku ji ber serhildanê jinavdiçûn. Herwiha pêwîstbû kes û sazî bihatan desnîşan kirin da ciyê Parêzgeh û Parêzgarê Ereb bigirin. Herwiha derbareyî hemû sazî û rêveberiyên xizmetgozarî û perwerdeyî û … htd ji bo ku kontirola rewşê bikirana û nehêlaban ti sazî bên talan û wêran kirin. Loma li vir eger em ezmûna bêtirî 28 salan li berçav bigirin ku pêhkatiye ji alozî, birakujî, gendelî, bêserûberî, nakokî û dûrketina ji armancên netewî, dibe rast be ku em bêjin ev karê partiyên kurdî li Buhara 1991 kirî, Kodetayeke Kargêrî bû û ti peywendî bi armancên netewî û nîştîmanî nebû! Wate bi kurtî hikûmetek hat rûxandin û hikûmeteke din hat ciyê wê.
- (Ev gûtar beriya heftiyekê bi zimanê kurdî -Pîtên Aramî- hatiye weşandin)
http://rojarticlecom.local/2019/03/14/سەرهلدان-بوو-یان-کۆدەتا؟/